biłê mutrîb, be sed awazî piř qef

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  107 Dîtin
biłê mutrîb, be sed awazî piř qef
be řîzey diłřifênî beřbet û def
bide saqî şerabî saf û bê ẍeş
be neş’ey dest û zułfî piř xem û lef
îtir seyr û sefa keyn ta zemanê
xuday ’alîm enêrê emrî mutref
minim dił xesteyî sarayî ’îşqit
şehî çawit, enêrê ceyşî piř sef
’eceb! wesiłit humêdî cawîdane
xudaya, sa’etê bimkey muşeřřef
mede lêm destî dûrî, ba neşêwê
gułî kułme û, lebî naz û, meyî kef
le kurdan şořş û ẍewẍaye îmřo
beheştî kułmeyan kirdote metḧef
negem destî mirazim ber bidem lêt
wekû şêxim le cubbey nawe mîndef
le dîdey xoşewîstan, kamî dił bê
be nawî ’aşiqîy boçîme řefřef
diłim kewtote yem, destêk bifermû
ke qayeẍ nařwa, bê yarî mîcref
le cîlwey řûyî řengînî to pişkoNasnava edebî
desûtênê derûn, wek newtî eşref