nîgarim xanmêke, xawenî řêz

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  105 Dîtin
nîgarim xanmêke, xawenî řêz
derim naka, eger bişçim be parêz
be şew mestim deka çawî, le badey
mezey puxtim dedatê lêwî newxêz
emin parawî bezim û řezim û xoşîm
řeqîbîş ba bigewzê wek kerî dêz
min û yarim wekû mecnûnKes û leylaKes
le ’îşqa, ya wekû şîrînKes û perwêzKes
çi naxoşîme, lêy dûr û cuda bim!
çi xoşîme, demê bîgirme amêz!
kirawe meykede û, mey hate bexşîn
îtir pêwîste řawestim le dehlêz
be bade ger neşêlrabin dił û ten
hewîrêke, şil û bê pît û bê pêz
cwanêke le ’alem têpeřîwe
le bazařî cwananda deka bêz
beçî serkewtûn bêgane, řacîNasnava edebî?
mişûr û bîr û tegbîr û çek û hêz!