yek yek, le xet û xał û qed û çawî dił’awêz

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  109 Dîtin
yek yek, le xet û xał û qed û çawî dił’awêz
bo kuştinî min dem be demin, taze û newxêz
qurbanî ser û perçem û bała û lebit bê
sed muşk û guł û seru û ’eqîqî tereb engêz
ḧeyrane le řûy baẍî cemałit, îrem û çîn
lubnan û ’eden, mîsir û yemen, lenden û tewrêz
mutrîb were tuxwa, bidemêne def û şimşał
saqî were bom têke, le çawit meyî lebřêz
şahîd were dem bawe demim, sîne be sîne
zułifit be tikey areqewe, bîkeme bařêz
destit, be hewes bîkere tewqî milî ’aşiq
hîç meyxere dił tirsî řeqîbî kerî şewdêz
fanosî diłî heł buwe pişkoNasnava edebî, be nesîmit
ta hêzî hebê sozî heye, xwaye bidey hêz!