bira! lêtan mubarek bê şew û řoz

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  126 Dîtin
bira! lêtan mubarek bê şew û řoz
hemû sałêkî bîken cejnî pîroz
be lêw xendan, wekû baranî nîsan
be sîma geş, wekû hamûnî newroz
demêke çaw lebertanim gelî jîn
be řûy zerd û, be eşkî çawî hałoz
humêdim waye ey hozî be hîwa
nebînin qet le dinyada tep û toz
legeł gyanim ebestin ’ehd û peyman
piřî cergim eken, tîranî dił doz
ḧeqîqet, êwe ehlî xoşewîstîn
le bîban û tebîbî derdî cansoz
le cuhd û koşşî xotan bixon ber
wekû cennet, ne wek «endêk û engoz»
le ’alemda, bexwa duřřî yetîmin
le dinyada, eken şem’î dił efroz
ewî naxoşe lay, wesfî edîban
le pêşî dabnên, her pûş û gagoz
řeqîbî êwe, biçne biłqî sextîy
le xim řoçin, mil estûranî ser boz
egerçî na’edîbe êste řacîNasnava edebî
bełam tozê le diłda şik eba soz!