serî şora be sed řûbar, kaẍez

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  97 Dîtin
serî şora be sed řûbar, kaẍez
nesîm neyda be destî yar, kaẍez
le şêwey řûmetî canane nûsîm
be yek şêwem nedî mîlyar kaẍez
’ecayb gerdinî espî bilûrîn
suwarî dûd û řextî bar, kaẍez
muřekkeb serwî nazk, şoxî ’eyyar
mey û ney, nêrgisî gułzar, kaẍez
ke hîndî beççekan hatin be îma
wekû nuxtey sya hemwar, kaẍez
nesîmî zułfî muşkîn, ba numa ka
le goney piř xetî řeşmar, kaẍez
emendem řacyaNasnava edebî nûsî, nema hîç
be qedrî merkezî peřgar, kaẍez