ta le sermayey jyanî xerc kem tewn û tîraz

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  95 Dîtin
ta le sermayey jyanî xerc kem tewn û tîraz
nirxî kat û karesatim, nabřê sa karî saz
karsazî soz û şewqim, ta bida tawî demaẍ
xwên heł’equłênê le qułpî dił be çawim tanexwaz
xwazbênî bûkî mey kem, ta le kûpey bîr û hoş
boşe gîrfanim, ke eşkî piř mezem lê bote baz
bazî da, lêm têpeřî, ew diłberey xawen şiko
şekwe lay kê kem beranber diłřeqî piř kîn û az?
azmûdey cengî ḧefta dewłetim kird û, cezam
axrî kêşa, le dîdey muqnetîsî ḧîlesaz
ḧîlesazê hoz û hêlaney tepandim, taze çî?
bem serî pîrîme heł bigirim seley naz û nyaz!
naz û nûzî dûre xec, ta key be sed ser hełgirim
hênde westawim leser pêyek, ke bûme qaçeqaz
qazmey bîr hełkenim, her ogrî xakî dere
bo temay lê nîştinî tozêke, sa awatexwaz
min wekû marim, keçî sîre û le řûma şîn ebê
ta le beynî sîr û mara, xizme nakem îmtyaz
îmtyazî mał û destî dujminim, pêşîn çeke
wa çekî kirdim, dizî dem çîkeney pîlan û gaz
gaz û gazûk û gezit, giştî fiřê de ser be toz
çeşnî jîkoNasnava edebî takû mirdin, her bixo hêlanewaz