îmřo le řêget nemam, ey butî gerdin fîraz

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  120 Dîtin
îmřo le řêget nemam, ey butî gerdin fîraz
min, heme ’uşşaqî tom, boçî dekey îḧtîraz?
sewze, le řêgey ḧemam manduwe nagatewe
qametekey nazkî, mawe be naz û nyaz
bergî wekû eşkî min, çeşnî gułûkî behar
bo dił û çawî ẍerîb, neş’e û qût û cyaz
heste be gerdûş bixe, camî demit saqya
zû be biłê mutrîba, deştî û bend û ḧîcaz
ger to le min win bibî, emxeye zîndanî xem
wer to le min bî dyar, cîlweme hem soz û saz
şerte ke guł bê lebit, êqe firawan neka
’ehde ke bê çawî to, bade nebê mestibaz
lamede zułifit le řû, agire bo dîn û mał
cennete ger bêye řûm, zułf le řû, sînewaz
tuřřeyî xetit be xał, çaweyî cah û celal
muncîzî eřwaḧ û dił, xasyetî efkar û řaz
talîbe řacîNasnava edebî le to, merḧemetî maçî leb
tasuqî wesłî tuwe, ey senemî diłnewaz