bo meclîsî serberzî, hem terzî sikender kuř

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  140 Dîtin
bo meclîsî serberzî, hem terzî sikender kuř
bo tînetî dił lerzî şehbaz û ẍezenfer kuř
kuř qabîlî meydane, piř karî huner kane
xoş me’denî îḧsane, ser řişteyî kîşwer kuř
kuř layqe komełka, bîd’et piřî baxeł ka
laley edebî heł ka, sułtanî muzeffer kuř
herdem le qerarêke, her wexte beharêke
bo ẍerqî kenarêke, ẍewwasî be lenger kuř
ger nûḧe, eger mûsa, îdrîse û îbrahîm
hem yusif û hem ye’qub, muxtarî peyember kuř
kuř qasîdî ’îrfane, wek murẍî suleymane
nûrêke le yezdane, her new’e minewwer kuř
saḧeb ciger û aqił, zîrek le hemû ha’îl
farîq le heq û batîł, wek agirî mîcmer kuř
kuř zînetî ewraqe, ya quřřeyî eḧdaqe
bo herdû cîhan taqe, saḧeb ḧîkeme her kuř
piř fîkir û ’emel bo jîn, hengiwîn dehen û şîrîn
řengîn kerem û sengîn, tîmsalî musemmer kuř
bo neqşî sefacoyî, bo řahî wefapoyî
bo sułḧ û şekergoyî, meşhûre le her der kuř
kuř řostemî dewrane, duřřî yemî ḧeywane
řacîNasnava edebî mebe dêwane, hem cewher û gewher kuř