em dujmine, lêm bote bełay kelbî nihangîr
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
180 Dîtin
em dujmine, lêm bote bełay kelbî nihangîr
wek çerxî zeman çerxe deka ḧîle û tezwîr
sîmîn tenekem meste, leber naz û nezaket
birdûye diłî xeste, be sed ḧelqeyî zincîr
meẍrûre be řûy xwênî kujawan, wekû cellad
kuştûmî bebê tomet, be yek zerbeyî şimşîr
«ḧeqqulqedem»y çawî syahî tuwe, řoḧim
zû bimkuje ey diłbere, sûdî nîye te’xîr
gułçîhre! demê da’îre řengîn ke be xende
daym ke leser ser egeřê gerdûşî teqdîr
bo menzereyî xełwetî xasan, nezerî bû
şeytanî řeqîb xistîye ser nałeyî şebgîr
em ayetî xał û xete, řacîNasnava edebî, le leb û řû
te’bîrî be me’naweye, kurte lebî tefsîr