ey tenk endam û sengîn dił, cebîn bedrî munîr

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  127 Dîtin
ey tenk endam û sengîn dił, cebîn bedrî munîr
min geda û to şehenşa, to ẍenîy û min feqîr
dest tengim min le sayey kakołî ’enberfişan
pay lengim min le řêgey bezmigahit, ey emîr
heł kira laley serî kułmet, çilon netwêmewe?
bigre destim, sa be maçêkî lebanit destigîr
ger le badey çawekey kałit, demê asûde bim
qet be řutbe û textî şahenşahekan nadem ḧesîr
qet’eyî kurd û ’ereb, hênaye îcad û nema
toy weha şîrîn û şox û, taze řesim û bê nezîr
xane abadim bike, carê be şewqî kułmeket
ey kesêkî, kes nemawe bot neka her şew nefîr
barekełła, memleket cîlwey eqalîmî sitand
lem lebî meḧbûbe kurde, ehlî sozit şab û pîr
zelzeley çawî syahit, kewte şerq û ẍerbewe
şah û sułtan û geda, wa bûne řendî goşegîr
ey xuda! řacîNasnava edebî kewa şermende mawe lew bute
key dega maçî bika, destî le mil ka, ya qedîr?!