şemałêkî şel
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
609 Dîtin
ledway yekem destî asman
her destêkî tir geyşte leşî befir
befir eşêwê û nabêtewe be befrekey yekemîn car
ledway yekem hełqułînî demî kanî
ke aw be řêgey tirda têpeřî û bû be řûbar
aw eşêwê û nabêtewe be awekey yekemîn car
dway yekem bon û hełmijîn
řoḧî gułîş edate kizî û biniskî û
nabêtewe be gułekey yekemîn car
bem core min wîstim maçê
le řêgey em hełbestewe
binêrim bo, dûrezmanê berew xwar
ke şî’rekeyan wergêřa û
wekû kiras be awejû leber kira
maçekey minîş şêwênra,
êste maçim berew ewê beřêweye
bełam maçê bedaxewe çawim lêye
le şemałêkî şel eçê!
her destêkî tir geyşte leşî befir
befir eşêwê û nabêtewe be befrekey yekemîn car
ledway yekem hełqułînî demî kanî
ke aw be řêgey tirda têpeřî û bû be řûbar
aw eşêwê û nabêtewe be awekey yekemîn car
dway yekem bon û hełmijîn
řoḧî gułîş edate kizî û biniskî û
nabêtewe be gułekey yekemîn car
bem core min wîstim maçê
le řêgey em hełbestewe
binêrim bo, dûrezmanê berew xwar
ke şî’rekeyan wergêřa û
wekû kiras be awejû leber kira
maçekey minîş şêwênra,
êste maçim berew ewê beřêweye
bełam maçê bedaxewe çawim lêye
le şemałêkî şel eçê!