dirêj
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
639 Dîtin
tenha pênc deqîqey tire û beřêm ekey
be yekewe řawestawîn, bêdengîman dirêj edwê
hemû şitê dirêj, dirêj
to xot dirêjtirî le min
sêberî herdûkman dirêj
piriçit dirêj
kirasî morî awdaman,
ewîş dirêj
şorabey gwarekan, dirêj
nînokî zeřkeftîy dirêj
wagonî řîzbestû, dirêj
şostey qeraẍ dirêj, dirêj
diłope firmêskîş, dirêj
şew dirêj û
hêł dirêj û
awareyîy min dirêj û
îste dû deqîqey ewê bo se’at heştî dabřan
were ba awêzanit bim
bo maçêkî dûrudrêj!
be yekewe řawestawîn, bêdengîman dirêj edwê
hemû şitê dirêj, dirêj
to xot dirêjtirî le min
sêberî herdûkman dirêj
piriçit dirêj
kirasî morî awdaman,
ewîş dirêj
şorabey gwarekan, dirêj
nînokî zeřkeftîy dirêj
wagonî řîzbestû, dirêj
şostey qeraẍ dirêj, dirêj
diłope firmêskîş, dirêj
şew dirêj û
hêł dirêj û
awareyîy min dirêj û
îste dû deqîqey ewê bo se’at heştî dabřan
were ba awêzanit bim
bo maçêkî dûrudrêj!