kezî

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  537 Dîtin
beyanîyek bû
behoy minewe
guł şî’rî nasî
eger min nebam, ew her nûstibû
min hełmisan û min bûm ke birdim bo şarî xewn û
min bûm ke małî şî’irim nîşan da.
egîna kwa guł řêy mangeşew û
şeqamî hewr û kuçey baranî, qet pê ezanî!
min lebeyna bûm ke tewqeyan kird
min lebeyna bûm
ke guł şûşeyek henasey daye û
şî’rîş piř be mişt wirdegoranî.
keçî řojêkyan le xorinşînda bo satewextê
ew kiçe serî lenaw pencerey
nihomî şî’ir û wişem derhanî
guł îtir şêt bû ke ewî bînî
guł îtir piştî le min hełkird û
xoy be kezîyekey ewda hełwasî!