teyr

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  516 Dîtin
le asmanî bilûze şînekey berta
ewe sê řoje eybînim:
teyrêkî ałtûnî efřê
efřê û keçî nagate ser girde befrî cûte memê
ełêy le «ba»da çeqîwe
řojê min em teyre egirim
le bilûzî ekemewe û lecyatî ew
teyrî pencem exeme řê
to bizane çon le tirûkey çawêkda
teyrekey min egate cê!