maçî şîrîn

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  4274 Dîtin
be mindałî le lêwî ałî tom estanduwe maçê
be pîrîş lezzetî ew maçe şîrînem lebîr naçê
be sed diktor û derman û peristar nakirê çarey
kesêk tîrî mijołî ew kiçe kurdey le dił řaçê
deka gîrodetir pîranî diłteř ew kiçe kurdey
biçête mekteb û biskî be modey taze hełpaçê
xem û derdî zemane pîrî kirdim wişk û bê zewqim
ke şa’îr wişk û bê şor bû lenaw xełkî debê laçê
le goşey bêkesîda êste wa diłteng û xembarim
nîye bakim eger małim be carêkî be quřda çê
beşî kurdêkî zana lem wiłate meynet û derde
ewey netwîst biłê řebbî be derdî kurdî zana çê
lenaw bazařî ewřokey edebda şê’rî to hêminNasnava edebî
wekû pûłî çirûke, hîç řewacêkî nîye, naçê