colane

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  3188 Dîtin
çûme lay duktor û gutî
nexoşî derdeket sexte
gutim: to pêt waye demirim?
bedaxewe, gutî: wexte
***
ew diłekutey girtûte
pyawî behêzîş bîgrê
bêtû agay le xoy nebê
hênde pê naçê demrê
***
pêkenîm û gutim duktor!
nałêm zana û şareza nî
bełam to pizîşkî wîşkî
barî diłdarî nazanî
***
diłekutem nîye, diłim
cêy kîjêkî xanumane
mindałe, oqrey nagrê
bom dirust kirduwe colane