hêlaney betał

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  2878 Dîtin
nîye bakim eger załim şikandûyetî bałî min
ewe sexte ke wa nagate gwêy kes nałenałî min
behar hat û tebî’et ḧukmî azadîy melanî da
lenaw kuncî qefezda dyare çone êste ḧałî min
le gułzarî wirîngey bilbilî sermest û şeyda dê
bełam naye cirîwêkîş le hêlaney betałî min
leser naçête der satê xeyałî biskî xawî to
egerçî têgeyştim çawekem xawe xeyałî min
erê ey askî nask heta key destemo nabî?
erê pîrozekey xoşfeř heta key naye małî min?
gutit: bot dême cêjwanê, hezar swêndit be şałim xward
le ahî aşqaney min bitirse, nek le şałî min
ke małit bê kemałit bo çîye lew şare wêrane
ke małî dewłemendî dî, gułim neywîst kemałî min
eger deyzanî manay xoşewîstî em kiçe kurde
be sed yaqût û gewher neydeda firmêskî ałî min
řeş û tar û dirêj û piř le azar û xem û derde
bełê şewgarî dûrî bû seraser jînî tałî min