maçî şîrîn

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  3256 views
bemnidałî le lêwî ałî tom estanduwe maçê
bepîrîş lezzetî ew maçe şîrînem lebîr naçê
besed diktor û derman û peristar nakirê çarey
kesêk tîrî mijołî ew kiçe kurdey le dił řaçê
deka gîrodetir pîranî diłteř ew kiçe kurdey
biçête mekteb û biskî bemodey taze hełpaçê
xem û derdî zemane pîrî kirdim wişk û bê zewqim
ke şa’îr wişk û bê şor bû lenaw xełkî debê laçê
le goşey bêkesîda êste wa diłteng û xembarim
nîye bakim eger małim becarêkî bequřda çê
beşî kurdêkî zana lem wiłate meynet û derde
ewey netwîst biłê řebbî bederdî kurdî zana çê
lenaw bazařî ewřokey edebda şê’rî to hêminPen name
wekû pûłî çirûke, hîç řewacêkî nîye, naçê