koyley xem

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  417 Dîtin
ew demey be xem, dił mestî meste
ew demey ejno, desgîrî deste
ew demey kes nîye wêřat binałê
degełit bigrê û xem řabmałê
pena bere ber darî sinewber
biłê bê kesim sayem bixe ser
destim le mil ke û xot řabjêne
gełat wek esrîn bom hełwerêne
gełay ’umrî min berdewe xwarê
ba necatim bê le xem be carê
ew melaney wa dêne ser çiłan
agadaryan ke le řazî diłan
biłê ke şa’îr jyanî tem bû
şadî her nedî, beşî her xem bû