tenzî fałgîr

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 4 Xulek  644 Dîtin
řojêkî cengey êwarê
emin tenya le ḧesarê
lebin darêk danîştibûm
be xeyałan řoyştibûm
çîlkem le ḧerzî werdeda
şerq û ẍerbim têk ber deda
le piř dengêkim gwê lê bû
nemdezanî çi bû, kê bû
hawarêk minî řapeřand
ke le kołanî deyneřand
kê fałim pê degrêtewe
girêy bextî bikirêtewe
baweř ken zorî nekêşa
sirincî xełkî řakêşa
tal’ey bextî taze lawan
çarenûsî lêqewmawan
diłim awêney bêgerde
du’am dermanî serderde
komełî jinan xiroşa
ew kołane neydekêşa
yek bay delaqî westabû
yek mindałekey tirsabû
yek le kuřekey bê xeber bû
yek ał û şewey leser bû
jin deyangut: bê ewladîn
kiç deyangut: bê miradîn
le dewrî ew kelle pûçey
hengameyek bû le kûçey
bê xeber deygut: xełkîne
ewe şeře, yan kopîne
minîş le sûçî dîwarê
xom ḧeşar da le kenarê
jinêk qełew sûrkare
emma mezłûm û bêçare
seydî girt û zyaretî kird
dway ewey siławî lê kird
«diłî piř bû destî pê kird»
«babe seyd małe babim
be kesewet be fîda bim
afretêkî lê qewmawim
be kîjî be zoryan dawim
êstakeş lelay ew pyawe
ewe sałêkî tewawe
bê ewlad û bê mindałim
bo ewladêkî denałim
daykim dełê ḧebesawî
be kiçî le małê tirsawî
çwarşembey serit şûştibuwe
awî kułîwit řiştuwe
tiflê peryanit kuştuwe
destî wanit her lesere
nexoşîyeket zor xetere
mêrdeket lêt naxwa xemê
eger carêkî bîgemê
şerte derdêkî dedemê
deykeme pendî ’alemê
hemû lûtim lê ba deden
hemû tewsim pêda deden
xesûm dełê ger bimênim
jinêkî dî bo kuřim dênim
dişim dełê diznebere
haw lat kuřyan le bere
xezûr dełê çon gewre bûy
her dezanî binêştî bicûy
hîndem bîstuwe qisey awa
îdî taqetim nemawe
du’ayekim bo binûse
bîgoře ew çarenûse»
seydî be mekir û ḧîlebaz
away fermû be mekir û naz
«min wekîlî çarenûsim
du’ayekit bo denûsim
dû kuř le to bê bewcûd
nêwyan nê eḧmed û meḧmûd»
seyd kaẍezêkî hełgirt
sê fûy lê kird, dû tifî tê kird
biřêkî nûsî be xetî wird
ewcar kirdî be pirtepirit
le dawî da seydî kebîr
away fermû be jinî feqîr:
«sê bist le gurîsêk fiřê de
sê girêy estûrî lêde
le aftawêk awî bawê
sê řoj daynê leber tawê
řojê ḧewt carî ser de
carê çil barî tê werde
eger girêy gurîs twawe
ca ewcar bêne bew awe
sê car dest û çawit bişo
bo mitfeřk biřêkîş bixo
ewcar bîde be xezûrit
be hêwer û diş û pûrit
ger hemû xwardyan lew awe
du’ay min karî tewawe
xezûrit le qiset la nada
xesût tewist pêda nada
dişt lûtit lê ba nada
hêwer îmanî pêt debê
mêrdeket her bot şêt debê
dey daykî meḧmûd û eḧmed
ca ewcar were bê zeḧmet
kelle qendêkim bo bêne
şukirî xudaş becê bêne»
le neqłî minda şik meken
eger baweřim pê deken
kelle qendêkî bo hêna
no set dane timenî dêna
ger ḧeqî du’a wergîra
çî dîm xo pê řanegîra
lêy çûme pêş gutim: xałe
ew řisqey xot pê ḧełałe?
natirsî xełkî ew małe
nexoş key bew petik û pałe
petkit bo xistote nêw aw
lêy destênî qendî myandiwaw
seyd zû hat be lamewe
be selam û kelamewe
be aye û ḧedîsî nebî
lêkî da kurdî û ’erebî
min ke xom zor pê zana bû
jinem be cahîl danabû
be qisey xoş û dengî germ
diłmî kirde lokey nerim
demgut: eslen her boxoşim
ewcar gurîsî defroşim
bełê gelî qewm û xizman
gelî hejarî hawziman
mîllet eger bêsewad bû
bê destełat û kesad bû
lêkyan hełgirt buẍiz û kîne
dûr kewtin le řasteqîne
îradeyan dekirête xew
řojî řûnyan debê be şew