gułî sûr

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  433 Dîtin
gułim bo dê be dyarî, le baxî bextyarî
lenêw gułdanî diłda, deykem be yadgarî
guł awêney ewîne û min bulbulî beharî
gułim bo dê bo cwanî le xizmet yarî gyanî
le baxî dił deyçinim be nîşaney fer’anî
be awî çaw deydêrim be wêney baxewanî
guł awêney gułzare xemřewênî diłdare
le jîna qet najakê her kes gułî lê dyare
minîş gułî xom la bê payîzim lê behare
guł û dił nejakawin be yadî yektir mawin
be xemî yek xarawin le ’îşqî yek parawin
be dawî yek gîrawin le tawî yek sûtawin
bom bêne, bom bêne, gułî sûrim bo bêne
gułî baxî hîwa bê be meynet meyjakêne
be şewnem parawî ke, be sozey ba řayjêne