wiłatî min
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
1 Xulek
724 Dîtin
em hełbeste pêşkêş kira be kongirey řêzgirtin le dwazde bilîmetî kurd ke le payîzî 75 le şarî sine gîra.
eger dunya wiłatî min be deryayek bişubhênê
nehengî wa debînê piř be dił kiřnoşî bo dênê
eger dunya sirincêkî bidate duřřî deryakem
le ełmas û le mirwarî û duřřî xoy çaw deçuqênê
wiłatî min eger meydanî teqłey şořeswarane
kořî kurde ke pêşenge û be dił çalakî denwênê
wiłatî min eger baxêkî diłbizwên û řengîne
hemû her serwî azade û keçî berhem wedî dênê
le teşqî asmanî em wiłate berzefiř zorin
heło zatî nîye lem asmane saye binwênê
giznigî xorî zêřînî wekû meylî xuda germe
tirîfey mangî zêwînî gelî geştir le her şwênê
diłî tengim le tawî dwazde estêrey kujawey kurd
demê wek şem detawêt û demê wek ney denałênê
meken men’î kelamî naqis û bê kakłî nasirNasnava edebî
le gułzaran eger bulbul nema qajû çi bixiwênê