hezar nałe

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  370 Dîtin
çi be tenya bê û çi degeł yaran
çi lenêw mał û çi le kosaran
çen xoşe, katê legeł pîre saz
dił têkeł dekey, debê be hawřaz
le badeyî ał nem nem denoşî
xot řeha dekey le diłperoşî
kem kem desûtêy be yadî diłdar
dem dem denałî degeł pîre tar
wek xoy depřijî le kone zaman
girîn le ewk û esrîn le daman
tawê girîn û tawê pêkenîn
maweyek tał û maweyek şîrîn
lêt têkeł debê, xoşî û naxoşî
ne zor xumarî, ne zor peroşî
satê neyarî gerdûnî bedxû
katê be ḧesret ’umrî ledes çû
tawê hîwadar be jînî baqî
dił despêrî be camî saqî
tawê lêwřêjî ewînî yadî
katê şermendey dergay cebbarî
wêřay cigere desûtê ciger
qełem hełdegrî depşikiwê huner
yaran çi dekirê min ger hoşyarim
dunyam pê tenge û le jîn bêzarim
minî bulbule, xinkawî şî’ir
her be mey dedem zaxawî şî’ir
meyek řeham ka le dawî meynet
her lêrey dexom xem nê le cennet