xemî zemane

be yadî hunermendî nemir mamlê
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  395 Dîtin
ew parçe şî’rem leser daxwazî hunermendî koçkirdû kak meḧemedî mamlê nûsî û le małe xoşî pêşkêşim kird.
gerdûn, ger ahêk le dozexî dił
bikem řewane berew toy ẍafił
boçek le text û bextit hełdestê
çerxî çepgerdit le geř dewestê
taqî mînayît lê dadebêjim
daxî zemanet pê hełdeřêjim
çunke her nałîm le daxî dewrit
qet bêbeş nebûm le tîẍî cewrit
cefa le dunya nema neybînim
řojêk diłşadim, de řoj xemgînim
yadî ẍerîban, le diłim barin
wek pîrî ken’an dû dîdem tarin
řojim lê şewe û şewm deycûrin
hewarî sewzî diłim xapûrin
ta key meynetî fîraq û dûrî
xo min eyyûb nîm ta key sebûrî
qedî çemandim xemî zemane
temen beser çû nemdî fer’ane
felek biłêy qed nekewme şadî
biřom le dunya be namradî
eger demêkî le řojgarim
şehênî îqbal bibête yarim
bigem be awat be kameranî
kesasîm bibê be şadmanî
şiney bizey lêw berî pejare
xezanî zerdîş le min behare