zengî ḧîsab

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 2 Xulek  355 Dîtin
ewndey ke min deçûme medrese
her hełatim zengî řyazî û hendese
ya zigim dêşa û îcazem werdegirt
ya be fêł û teşqełan babim debird
yek dû řojim ẍeybetî ’emdî dekird
mangê dû sê keřetîş nenkim debird
xo ḧîsab dersêkî zor xoşe welî
dayme hełłaye leser pûlî ’elî
çî hebû, çendî xura, çendî heye?
sałî no mangan ewe karî meye
dew meseleyda ḧeyatim lê biřa
axrî nemzanî ’elî çî pê biřa
carêk ’erzim pê zerb der tûl deken
carêkî me’lûmim pê mechûl deken
carê cem’ û carê pêm mînha deken
tozî gêç û řencî min ber ba deken
ger lebin gwêm zengî řyazî lê deden
wa dezanim tebłî ẍazî lê deden
îkis û îgrêg řoj nîye têk ber nebin
leşkirî sîfran be textey wer nebin
fêłî fîsaẍursKes û fennî îqlîdusKes
têk degîrên û debête tep û toz
bote cengî tûl û ’erz û îrtifa’
ca le kê qewmawe le minî bê dîfa’
cezrebey cezir û logarîtim û tewan
bote nuqił û şewçeley bezmî şewan
her ke şew dahat û řûm kirdewe mał
dar û dîwar lêm debête řadîkał
hîndim ḧel kirduwe su’alî bê cwab
emnî mezlûm bûmete maşên ḧîsab
qet diłim lew derse asûde nebû
katê ke numrekanim nimûne bû
medrese î wek minî têda nebû
le xom ḧałî bûm, diłim pêy xoş nebû
enîştînKesyiş bam teşdîdêkim hebû
ew teşdîdeş bêcge le řyazî nebû