gułî yadgar

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  366 Dîtin
diłişkên bo guł denêrî min gułim nawê le to
gerçî diłimit kuştuwe xwênî diłim nawê le to
guł menêre to gułî hîway minit jakanduwe
to zemanêk koşkî awatî minit řûxanduwe
xozge xermanêk gułim baye le xunçe û yasemen
ger dehatî řiştibame xakî ber pêt guł beden
dêwekey min gułşenî bê baxewanî bo çîye?
ew diłe cennetî bê serwî řewanî bo çîye?
min diłim dawe û lelam hîç bayexî nê dił nebê
guł menêre, bejin û bałat guł bê, ’umirit guł nebê