temenna

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  583 Dîtin
ey şewqî eqdesî řût, aramî diłpeşêwan
ey nêwî layeqî to, şehde le zar û lêwan
ayînî berheqî to, meḧfûzî dû cîhane
bo zikirî xalqî to, tesbîḧe berdî kêwan
ey şaswarî meḧşer, dîmen be sanî exter
řojî wîladetî to, koşkî zułim deşêwan
ey şaf’î ze’îfan, awêney şerîfan
bî’set ledway heman û nêwit le sedrî nêwan
to bûy be îznî řezzaq, nîştî le şanî burraq
yek şew le dû nefesda ’erş û semat depêwan
min ger xumar û mestim badey heqe mebestim
nek jehrî agirîn û taławî dare mêwan
ey dergehî nyazim min dû tełeb dexwazim
kurtî kewe le ’alem, destî dij û dizêwan
řojî şefa’etî to, awatî umetî to
zeynêk le nahumêdan, ’efwêk le serbizêwan