lexodwanî şa’îr

benêwî xway zana û taqane
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 5 Xulek  413 Dîtin

emin nasrî aẍabra kuřî eḧmed û řabî’e le bîstî xermananî sałî 1347y koçîy hetawî, le awayî berdeřeşanCih ser be şarî mehabad le binemałêkî werzêrda ledayk bûm. ta temenî sê sałî jyanêkî asayîm hebû, bełam le temenî sê sałîda wek hemû mindałanî ew mełbende tûşî nexoşîy sûrêje (sirixkFarsî) bûm.

birayekî gewretir le xoşim ew nexoşîyey girtibû, ew ’umrî da be xwêneran û dayk û bab û kesukarî min be serexoşî birakemewe serqał bûn û minyan lebîr çowe, ke ew nexoşîyem be çaw girtibû, katêk pêyan zanî ke sed mexabin zor direng bibû. duktur be tûřeyîyewe be dayk û babmî gutbû: «kemterxemî û bê mubalatî êwe bote hoy ewey ke ew mindałe bêgunahe çawekanî ledes biçin.»

bełê lemewdiwa jyanî taze û naxoşî min le dunyayekî tarîk û bê deretanda destî pê kird. pejare û hîwabřawî bałî beser małî ême kêşabû. şew û řojekanî temen yek ledway yek hatin û řoyştin, min xûm be dinyay tarîkewe girt, bełam řûnakayîm lebîr nebirdewe. bełkû ewm be wiłatêk dezanî û pêm wabû becêm hêştuwe.

katê temenim bû be ḧewt sał, hem bo min û hem bo dayk û babim, curêk nîgeranî û diłeřawkê bedî hatbû, babim û hêndêk kes deyangut: «debê biçye lay pêşniwêjî awayî bo qur’anxiwêndin», bełam min ke nemdewîst le hawałekanim cwê bibmewe, pêm wabû debê biçme qutabxaney awayî bo dersixiwêndin.

pêştir le çen kesî xwêndewar bîstibûm ke řûnakdiłan detwanin le qutabxane ders bixiwênin û be piley baş bigen.

baweřî min legeł baweřî binemałekem yektirî nedegirtewe. kêşe lenêwan min û ewan destî pê kird, û çen řojî xayand ta le dwayîda, twanîm mamostay qutabxane berme małe xoman û legeł babim qise bika û qani’î bika.

dway wituwêjî babim û mamosta, min le qutabxane nêwnûsîm kird û be şadîyewe û le hel û mercêkî řuḧî zor başda, hemû řojê deçûmewe qutabxane.

serû ne’êşênim bew şêweye ta polî pêncemî seretayî dersim xwênd. pêwîste ke biłêm, min le polî çwaremî seretayîyewe destim be şî’irkutin kird be zibanî farsî.

û le zor kêberkêy şî’ir û witarnûsîda ke lelayen dayrey fêrkirdin û barhênanî şarî mehabad beřêwe deçû beşdarîm dekird û eger piley heweł nebam, ḧetmen dûhem bûm. lew řêgayewe xełatgelêkî zorim wedest hêna. çakim lebîre gewretrîn kêberkêyek ke min beşdarîm têda kird û le setḧî êranda beřêwe çû, ew deme bû ke min polî hewełî (mitustihFarsî) liqî ’ilûmî însanî le şarî mehabad û le debîristanêkî asayîda dersim dexwênd, kêberkêyekî şî’irnûsîn bû ke lenêw qutabxanekanî êranda beřêwe çû û min xełatî hewełî ew kêberkêyem le duktur mecîdî ḧeddadî ’adił wergirt ke ewdem wezîrî fêrkirdin û barhênan bû. bełê ca le basî jyannameke dûr nekewm ke ’erzim dekirdin dway tewawkirdinî dewrey seretayîm bo dirêjey xwêndin hatme şarî mehabad, leser řêkkewtinî dayrey fêrkirdin û barhênanî mehabad û fêrkirdin û barhênanî giştî wiłat tema gîra ke min le yekê le qutabxanekanî asayî ew şareda nêwnûsî bikem û le dersî mamostayanî ew medreseye kełk werbigrim, bełam mamostayekî taybetîşim hebê, bo dersekanî řyazî û ’erebî û îngilîzî. we ew sê dersem be xetî nabînayan wate xetî birîl bixiwênim. bem core hemû sałê û bê dwakewtin pilekanî xwêndinim tê peřand û le sałî 1370y koçîy hetawîda le liqî abûrî komełayetî wate (aqtisad actima’îFarsî) dîpłomim wergirt. bo zanistigay mîllî wiłat der neçûm bełam sałî dwayî le taqîkarî zanistigay azadî îslamîda bo liqî ḧuquqî qezayî le şarî řefsencan derçûm, bełam nebûnî twanayî małî û neguncanî jyanî betenê bo min le şarêkî ẍerîb, bû behoy ewey ke be qewlî danîşcûyan, însirafim lêda.

her ewende ke twanîbûm be małê biselmênim ke minîş wekû kuřî xełk bo zanistiga derçûm û nêwim le řojnameda hatewe bo min hemû şitêk bû.

maweyek dwatir legeł kiçî małêkî aşna le şarî şino zemawendim kird, berhemî ew zemawende kiçêkî yazde manganeye ke her dûk la, ogrêkî zorman pê heye û nêwîşman nawe řêzan wate şareza. êsta min małêkim le berdeřeşane û małêkim le mehabade. we legeł deng û řengî nawendî mehabad kar dekem û çîrok bo řadyo û tenz û şano bo tilwîzyon denûsim, bo nûsînîş sefyey xêzanim yarmetîm deda ke ta polî dûhemî (mitustihFarsî) dersî xwênduwe. be pêwîstî dezanim ke sipasêkî zor le dostî beřêzim kak syamendî bextazer bikem ke şî’rekanî le min wergirt û hênaye ser kaẍez, dena boxoman ew maweyeman nebû.