medḧî pêẍember

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 2 Xulek  1027 Dîtin
ey şahî cehan ara, ey layeqî sułtanî
ey gewherî bêgerdî piř me’refet û cwanî
ey metle’î řûnakî, bo komełî însanî
to şaf’î damawî, to meḧbûbî yezdanî
ey desgirî gumřayan, ey serwerî zanayan
taqaneyî azayan şaysteyî qurbanî
ey řêberî diłpakan, serkirdeyî pyawçakan
hîway diłî xemnakan, nîşaneyî fer’anî
to ekirem û nazdarî, bexşende û ẍeffarî
pêẍemberî muxtarî, gencîneyî qur’anî
dił piř xefet û jane, bê behre le îḧsane
bo meḧşer û tengane her toy ke penamanî
însan çi ẍemî narit, to şafî’e serdarit
şukiraneyî derbarit, ey xalqî subḧanî
min zar û peşokawim, wêłî hewesî xawim
gîrî kełek û dawim, to yarî ze’îfanî
zeynêk bide ḧałî min, řoj û şewî tałî min
şoqêk bixe małî min, ey cilweyî nûranî
her kes bewe îmanî nakêşê peşîmanî
ey dił bo perîşanî neqzî nîye peymanî
ew tacî serî adem, lutfî be cîhan nadem
be gyan û dił amadem, ser danême fermanî
serdarî berzimeqdem, fexre bo hemû ’alem
pîroz le musłimanan mîladî nebîy ekirem