’aşiqikuj û bê řeḧme

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  206 Dîtin
ře’na qed û, ahuřewwişe, ḧorîye, diłber
řûmet guł û, nergis nîgeh û, şem’î munewwer
etłes leber û, mûkemer û, saq bilûre
şu’ley qemer û, leb şeker û tacî sikender
sîne sedef û, xende dem û, ḧorî cebîne
xunçey çemen û, yasemen û, şox û dilawer
çawî řeş û, ebrokeç û, birjangî xedenge
bote hedfî tîrî mujey, cergî qelender
her carê ke deka zułfî perêşanî, leser şan
şimşad û ney û serwî řewan, xeclete yekser
’aşiqikuje, bê řeḧme, deka sîne be biryan
ew zułme nebînrawe le hîç ḧakim û begler
bo cerḧ û birîn, her ewe luqmanî zemane
çûn des zedeyî xoyetî, ne birînî be xencer
neqqaşî dem û sûřetî ew diłbere kêye?
me’lûm nekşawî beşere, sen’etî dawer
ẍerqî xemte «fatîḧîNasnava edebî» ewřoke be hîcran
řuḧmê bike tuxwa be diłî mat û mukedder