maçî lêwî ew ḧebîbe

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  270 Dîtin
ey řefîqan çareyê, çibkem le des cewrî fîraq?
wa le dûrî û bê kesî, nezdîke bimkûjê meraq
xem leser xem bote barim, nałeme wek tar û ney
kuşteyî dû çawî bazim, çîm le tiryakî ’êraq
dwê be yadî bezmî caran, çûm binoşim camî mey
yarî dêrînim be mestî, xoşî kird keyf û mezaq
karî min giryan û şîne, wêłî seḧray ẍurbetim
xwên le çawim dête xwar û sîne egřê wek ucaq
bo gułî řûy guł’uzarim, dił deka hawar û dad
her wekû mindałî sawa şîn dekat û waqewaq
diłberî bê řeḧim û załim, bote hawřazî řeqîb
ey diłe boxot binałe, bote pîşet zaqezaq
maçî lêwî ew ḧebîbe, şerbet û şîre û şerab
bo mezey xoşîy diłan, piř şehde lêy etkê řewaq
saqya! tubî xuda bom têke lew camî elest
gyanekem ta key binałim, tałe derdî îştyaq
dwênê fermûye be naz ey «fatîḧîNasnava edebî» bo wa dekey
tîrî ebroy min le cergit hełçeqîwe cut û taq?!