’aşiqî řûtim leser çî demkujî?

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  213 Dîtin
seyrî bałay to dekem, ey diłberî sîmîn’uzar
toy wekû ḧorî û firîşte, lêt biřîm sebir û qerar
lêm ḧerame xerqe û bermał û tekye û xaneqa
her şeřabî ’îşqe awatî diłim leyl û nehar
bax û qesir û koşkî cennet, bê behaye û bê wicûd
baxî sîney gułřuxî min, xoşe bo geşt û guzar
pêm dełên ’eybe, temaşay diłberan boçî dekey
’eqił û hoşim řoywe, dił kewtuwe bê îxtyar
ba binałim ey řefîqan şîwen û giryan bikem
bo çime ew mał û řuḧe, bê qise û dîdarî yar?
wam le ḧucrey teng û tarîka, deřêjim xwênî sûr
şew dirêj û dûre, aramim nîye wek şêt û har
dił ’eceb dêwaneye û sewdaser û ḧeyran buwe
bo kirasî şał û desmałî ser û ew pêçî lar
’aşiqî řûtim leser çî demkujî? qurbanî tom
min şehîdî qametî tome û, dû zulfî tûle mar
çend be naz û ’îşwe fermûy: «fatîḧîNasnava edebî» şew dême lat
ew demey mawe be xoşî têr bike bose û kenar