zengî karwanî ecel

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  191 Dîtin
mudetêke her denałim bo gułî baxî îrem
bo şemamey baxeł û zułfî řeş û şekirawî dem
sazî kird bargewbine, amadeye guł bo sefer
awrî sînem le coşe, çaw be girye û dił be xem
zengî karwanî ecel zor xoştire lew ḧałete
ey xuda çîm lê deka ew diłberî ře’naqedem
bew dû çawî piř le naz û bew diłey piř ’îşqî to
bew dû ebroy wek hîlal û, bew gułî kułmet qesem
bew mujey wek neşter û, bew řûmetî bêgerdî to
bew dû lîmoy newřes û, bew zarî wek xunçet qesem
bew qedî serwî řewan û, bew peçey dawdawî to
bew dû pencey wek bilûr û, bew dû zułfanet qesem
ta neřome nêw leḧed, tełqîn û tekfînim neken
meylî ew dû çawî bazit, qet le diłda der nekem
şerte ta řojî ḧeşir, qîbley nyazim her etoy
her etoy awatî dił ey laleřû min ta kû hem
pêygutim: «fatîḧîNasnava edebî» maçê kafîye çît lêm dewê?
xo dezanim ger eto perwaney û, min bûme şem