pêncixiştekî mîrza leser şî’rêkî ḧemdî
nîştimanî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
4 Xulek
437 Dîtin
řoj û şew degrîm be sozî qelbî ateşnakewe
gerdinim bende be ḧelqey gunbedî napakewe
her wekû mensûr «enalḧeq»me be řûy xaşakewe
wek hewa kewtûme gêjî gunbedî eflakewe
řebbî bîbînim wekû kîsra be sîney çakewe
ey biray dînî, ’îlac û ḧurmetî dîn zeḧmete
ba le desman derneçê, em cejne û em firsete
ba be merdî têbkoşîn, hîçe em wez’îyete
bo kesê ta ser wefadarî nebû bê mirwete
seyrî eskender eken, řoyî be miştê xakewe
wez’î dewran ’alemî bo cîve gumřa kirduwe
beydeqî fîtne û fesad û şorî berpa kirduwe
řuşteyî ẍîret, le des ehlî ’eşret derçuwe
çake daym her le pênawî xirapa řoyîwe
gewherî derya be daym wa lejêr xaşakewe
wa be des napakewe, aware bûm zar û esîr
bênewa mawim, le des ’eksî zemaney gurgî pîr
çî beser hat? mîllet û dîn û ḧefîdanî kebîr?
her şiksitî ehlî me’nay metłebe dewranî pîr
řeş exate ser sipî, pîsî ekate pakewe
qîsmetim waye, ezel řizqim eger wasî’ nebê
nûrî bînayîm nebê, ger şem’î dîn lamî’ nebê
des le dîn berdan, girane, ta ecel manî’ nebê
întîqamî xom desênim cehil eger manî’ nebê
şu’leyî ahim enême xermenî îdrakewe
jînî em eḧwałe, yaran, bo musłiman zeḧmete
ḧesrete, dînî mubîn wa kem beha û qîmete
wez’îyet wabê, ḧeyatim bo çîye? bê lezzete
xerqeyî şah û ’esay mûsam le la bê şewkete
fexrî ême wa be kewł post û dar meşşakewe
’îbrete erbabî ẍîret têbgen min çî dełêm
ehlî ’îsmet ḧepse serbestî be lay bê bakewe
bê teceřub, men’î giryanim bexořayî mełên
ḧeq be destim, çeşmeyî çawim serapa bote xwên
çerxî dewran, leqleqî hênaye hemşanî şehên
qewmekanî řupyexorim dêne berçawim ełên
ger be co bimrê şehîde seg be goştî lakewe
her wekû deccał ledûy kewtûn, be wechî mesłeḧet
ḧaşe lîlla, kîzbe, buhtane, diroyêke ẍełet
her ledûy cîve û tema’in, kurdewarîy bê sîfet
latin û lotî nefamin bo nîşat û menfe’et
debne qurbanî segê bê şik be bab û dakewe
řûsyah bî, qewmî wa napak û bê şerim û edeb
yařebî, her kes be azarî diłî to bû sebeb
ew le dîwanî cezada řû syah bê bo ḧeseb
bo nemanî dîn û ẍîret hîmmetî kurd û ’ereb
wa beser lewḧey kîtabî ḧesretî etrakewe
kes nełê pêm: wa be naḧeq, xoy duçarî xem deka
ḧałete emřo, le řûy deryay biłê pêy kem deka
ẍîretî dîn, wek semawer kûreyî dił dem deka
ta ebête mulkî erbabî ḧemîyet kem deka
agirî tacîr enête xermenî mellakewe
tawekû ’umirim le dinya mabê, zeře, zor û kem
pêm bibexşî dewłet û dara û şahî muḧteşem
’ehd û peyman naşkênim, min be çawî to qesem
şerte ta řojî qyamet dest le ejno ber nedem
ser le quř nêm bo syadet bem diłey ẍemnakewe
dił heta key pare nabî debye cêy řazî nîhan
çon qubûł kem min le dinya řaḧetî û ’eyşî jyan
beydeqî dîn kewte erzî kafiristan bû ’eyan
bo dilêrî ḧezretî meḧmûd memdûḧî cîhan
taqe yek guł bû be ferqî pîrî eḧmed kakewe
ba ’ezapoşî bikem, min her le bała ta qedem
lazme xakî hemû ’alem beser xomda bikem
çon be hîç dînê qubûłe, em cefa û cewr û sitem
bo dû meḧmudxan emîrî serḧedî řom û ’ecem
bûne esḧabî quřeyş û çûne sîlkî çakewe
derdî dînî qet deway nabê be luqman û tebîb
yařebî! lem ’umre bêzarim, nemênim «’en qerîb»
îstecîb, de’watî, yařeb, ende’î lek îstecîb
sałî te’rîxî epirsî «alî kak eḧmed ẍerîb»
kewte ’alem dił ḧezîn û dîdeyî nimnakewe