pêncixiştekî mîrza leser şî’rêkî řuşdî

namey dostan
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 3 Xulek  214 Dîtin
ey şa’îrî seḧḧar, le ’alem be nîhanî
toy merhemî řêşî ciger û afetî canî
xoş lehce û şîrîn suxen û xunçe dehanî
mayey fereḧî řoḧ û dił û ba’îsî manî
ẍîlmanî beheştî, gułî gułzarî cînanî
wek kotrî yahu degeřêy, bê ser û saman
qumrî sîfet û saye huma, kebkî xeraman
«nûrî» le firaqit hemû «dem» zar û ẍezelxiwan
mumtaz û celabexşî, lenaw komełî xuban
saḧîb huner û cewherî wek tîẍî debanî
wek nafeyî tatar, legeł badî seba dêt
ya ’etrî henasey nefesî yare le koy dêt
ahu řewşî besye heta key? çi qeder bêt
weqtê ke le min sił dekey û ẍemze berî dêt
bê ’eynî dełêy askekey deştî miqanî
sermayeyî can û diłî bê warî minî to
bo neqdî ḧeyatim ke xirîdarî minî to
serkirdeyî xubanî û salarî minî to
luqmanî diłî xeste û bîmarî minî to
dermanî hemû derdî, ’esay pîr û cwanî
bêçare kesêkim nîye, kes bê be delîlim
mîḧnetzede û xeste, perêşan û ’elîlim
hatûme dexalet, le desî to û dexîlim
xakî qedemit surmeye bo çarî zelîlim
bo agirî ’eşqî diłî min awî řewanî
aşfite diłî şor û xeyałî nefesî tom
to me’denî şehd û şekirî, min megesî tom
to gułbenî bustanî û min xar û xesî tom
kujrawî demî xencerî bořřanî desî tom
qurban, ewe me’lûme, çi ḧacet be beyanî
bê berg û newa mamewe axir çi deqewmî
bê řûyî dił aramewe axir çi deqewmê
’eyşêkî ke dîm damewe axir çi deqewmê
bê neş’e ewa mamewe axir çi deqewmê
saqî qedeḧê bêne, legeł maçî lebanî
mijdem bidenê we’dey dîdarî qerîbe
dił letlete aware û muḧtacî tebîbe
her çende ke ’aşiq, xem û hîcranî nisîbe
řeḧmê bike bem ’aşiqe bêçare ẍerîbe
kełkî nîye, řeḧimit, ke nema weqit û zemanê
bo def’î şerer, sîne eber badî seba dey
dugmet bitrazêne ke ’umirim be fena dey
ecrêkî ’ezîme, ger eto lem řiqe ladey
meřwanere dûrî, eger ew perçeme ladey
kułim û řuxî to řoje eka şu’lefşanî
muddêke, emin muntezîrî řehguzerî tom
aware, celayî weten û derbederî tom
zunnar û kemerbesteyî ḧelqey kemerî tom
lew řojewe meḧrûmî fezay xakî derî tom
pêm xoş nîye, ger bimxene ser textî keyanî
beynêke le îqlîmî ẍema wek «keye» řuşdîKes
bê ’eyş û tereb berbet û ney bê meye řuşdî
me’lûme hewayêkî leserda heye řuşdî
ḧeyran û perêşane, serasîmeye řuşdî
êsteş le xeyałî neçuwe bezmî lebanî