pêncixiştekî mîrza leser şî’rêkî meḧwî

diłdarîy sofîgerîyane
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 3 Xulek  460 Dîtin
legeł wez’î zemane û bextî bed, de’wa nekem çibkem?
be neqdî řoḧî şîrîn kulbeyê sewda nekem çibkem?
wekû mensûrKes tenafê bo serim peyda nekem çibkem?
«be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem çibkem?
be şem’êkî weha çarî şewêkî wa nekem çibkem?»
le gencîney diłim řwanî, ke aya neqdî têdaye
ke nemzanî le min zyadtir, ewîş mecnûnî leylaye
gutî: sermaye û sûdim, hemû řacî’ be «mewla»ye
«le xezney diłimda, her çî heye her daẍî sewdaye
desa em neqde derdî ’îşqî pê sewda nekem çibkem?»
muselsel tarupo, aławî gerdinme wekû řeşmar
cefa û, cewr û, xem û, mîḧnet, beła û fîrqetî diłdar
’eceb dawêke tûşî bûm telîsmatêke zor dijwar
«legeł destî mela řê nakewê zunnarî zułfî yar
wekû «şêx» îxtyarî mezhebî tersa nekem, çibkem?!»
xuda çibkem, legeł em bexte dûne? çon bikem çarê?
le gerdawî ẍema ẍerqim, nîye bo min mededkarê
çi mînnet? ger ser û małim nedem emřo le řêy yarê
«le řêy ew şoxeda xom kird be xak pêy pya nenam carê
desa xakî hemû ’alem be ser xoma nekem, çibkem?!»
wekû ehlî teşeyîwi’ dił, le matemda ’ezapoşe
be badey eşk û ḧesret, da’îma ser mest û medhoşe
dełê: zehrîş eger bênê? le dest ew şoxe bînoşe
«demêke şarî piřşorî meḧebbet mat û xamoşe
be qanûnî tecennun şořşê înşa nekem, çibkem?!»
«le çawa nim nema bo girye, nobey secde berderye
syasałim nebare, nwêjî îstîsqa nekem, çibkem?!»
be me’lûmî xetabarim, kelamim boye la «sim’Erebî»
be şêtim tê megen yaran, zemane agir û şem’e
le řûbaran temaşa ken! hemû eşkî mine û dem’e
«leser tom duşmine dinya, qezîyem manî’ulcem’e
ke terkî to nekem, terkî hemû dinya nekem, çibkem?!»
legeł diłda hemû weqtim, nîza’ û şor û aşûbe
gutim: to taqetî ’eşqit nîye, ḧałêkî meczûbe
gutî: şêtî, biřo, dinya xerab abad û mexrûbe
«becê mawim le yaran, nabecê mawim. ecel, zû be!
be mirdin lem qisûrî jîne îstî’fa nekem, çibkem?!»
heta key, ey diłî řîswa, xerîkî mes’eley neḧwî
temaşay nutqî şîrîn û kelamî şehdî wek «meḧwîKes»
defermiwê: qîsmetî ’aşiq, hemû her şîwene «meḧu»y
«ewa leyla be řojî ḧeşir eda wadey lîqa meḧwîKes!
heta qamî qyamet, ah û waweyla nekem, çibkem?!»