pêncixiştekî mîrza leser şî’rêkî ḧemdî

le babet barî jyanewe
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  351 Dîtin
çi ḧałêke piser emřo, bebê emrî pider deřwa?
ewend medhoş û meẍrûre, wekû mest bê xeber deřwa
be xoy nazanê bo axir, çi karêkî beser deřwa
ẍem û derde be dewrimda, heta ḧukmî beser deřwa
ecel mîwane, ẍem ẍembare, yarî bo sefer deřwa
çîye em wez’î dewrane, be carê serbeser mîllet?
leber sû’î emel, kewtûne gerdawî ẍem û mîḧnet
le řêy ḧeq la eden, meḧzen be umêd cîve û serwet
ẍułamî ew kesem ferqî neka ’izzet legeł zîllet
tenezul bo felek naka bed û nîkî ke her deřwa
nema bo şahî eskender, celal û şewket û ḧîşmet
biłê mîhrî silîman çî beser hat, dadenî qudret
heta key wa be bê fikirî, be dehrî dûn deden řeẍbet?
lepey cehla, be ’îzzet çote mil îdrakewe zîllet
legeł em tewq û pêwende nîhayet muxteser deřwa
heta em cîsme bê îsmem, deken hemdem legeł tabût
emin her bende firmanim ẍułamî ḧelqeyî gêsût
nemanim xoştire lem ’esreda, nek bim be ẍem hawcût
nîşaney afete her dem, şikofey arezû pişkût
emel neqlî hemîşe sebze, emma bê semer deřwa
temaşa dem be dem emřo, legeł dwênê gelê ferqe
ẍem û cewr û cefa û mîḧnet, şeřařey her wekû berqe
leber çî sofî û zahd bebê succade û delqe?
seday qarûn û xerney dê dełê ẍafił mebin xelqe
zemane xoşe, wek ême nîhayet bê eser deřwa
biłêm çî wez’î gerdûn exterî la mah û xurşîde
dirextî serwî naz û nařewn bê berg û tewḧîde
fesaḧet nafesîḧe bê huner ehlî pesend dîde
xelef meḧrûme erbabî me’arîf wextî tecrîde
kelamî kon û kaẍez, key be nirxî sîm û zeř deřwa
be naçarîm beser bird, mûdtî ewqatî mang û sał
esef řaburd be ẍaret çû, ḧewas û taqet û eḧwał
heder çû ’umrî şîrîn, zay’im kird řuşteyî amal
’ebes ḧałim be mazî kird, eger bo ḧałî îstiqbal
le řêy ew şoxeda serfî dekem baqî heder deřwa