dîsanewe bo hatnewey şêx meḧmûd le dîlî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  220 Dîtin
bîḧemdîlla muzeyyen bû, be teşrîfî sileymanî
le sayey heq te’alawe û cenabî ẍewsî geylanî
beşaret bê biray dînî, çiray dîn heł kira boman
xełas bû mîlletî kurdî le des .... be asan
be me’lûmî bizanin, mułkî kurdistan le emřowe
xuda ’umrêkî tazey pê ’eta kirduwe be řizwanî
beheşte êste bo ême cîhan, çunke melîk meḧmûd
be cûd û me’dilet xwahî, defermiwê ew ḧukmiřanî
kesanê talîbî cîve û tema’ û małî dunya bûn
perêşanḧał û damawin be řûzerdî û peşîmanî
esef bo ew kesane, wa ke firsetyan le des xo da
zemane pênc û dû řoje, esasî çerxî dewranî
ke her řoje be řengê dête meydan pîrezałî çerx
huner bo ew kesane, têk neda fikirî be nadanî
kesê merd bê le dinyada, heta mirdin be yekřengî
dekatin serfî ewqat û zemanî xoy be merdanî
le pijderda ke me’lûm bê, nîyane xîle û tezwîr
legeł her kes ke bînasin nîyane pêç û penhanî
nejadî eḧmed aẍa «fî aliḧqîqةErebî» cumle yeksanin
be îqdamin leser qewl û qerarin pîr heta cwanî
duwem babekir û xizir û kak ’ebdułła û nuredîn
newey şêrane bîllahî xeyałî naye fewtanî
bełê bo her dû dinya ger bibê yek řeng û yek tabî
newey ḧacî řeşîd aẍay ḧesen teḧsînî řebanî
emane da’men, wird û bizurg û dûn û e’layan
hewaxway ḧezretî şêxin le qapî ḧeyyî subḧanî
xudawenda be lutfî xot qebuł key arezûy mîrzaNasnava edebî
bese ta key qibuł ka em esîrî û xane wêranî