gaznide le barî pijder

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  235 Dîtin
le pijderda eger destim kewê sed gencî qarûnî
bese ta key qibuł ka dił, ḧeyatî wa be me’dûnî
eger řezaqî min řizqim le pijderda nebê û neyda
minîş wa namewê, xezney suleyman û fereydûnî
ḧeyatî wa le dinyada çîye, boçî debê ça bê
le mewla namewê, şerte, ḧeyatî wa be meřhûnî
le bê wîjdanî be’zê kes, le ’umir û mał, bêzarim
îdarem bo nîye bîllah, be sed ’îlmî filatûnî
bexořayî zemanêke, ḧeyatî xom be zay’ da
hemû weqtê temenna kem, biłêm kwêxay řeş û kûnî
ḧiquq zay’ buwe, emřo, le pijder cumle yeksane
eger luqmanî dewranî, weger ferhad û mecnûnî
’ebes ’umrî ’ezîzim çû be zay’ lem telîsmate
ke nemdî zeřeyyê bûnî wefa lay kes be me’mûnî
xeyałêkî ’ebes bû, min be umêd feyzî pijder bûm
xuday řezzaqî ’alem feyzî zore «xałeNasnava edebî» meẍmûnî
serî ḧacet bere bo baregay şayî sileymanî
cenabî zatî kak eḧmed ewe feyyazî hamûnî
bese mîrzaNasnava edebî temenna ke le qapî ḧezretî barî
sebebkarit wekû to xane wêran bê be meznûnî