le namusa’îdî bext

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  256 Dîtin
legeł bextî bedim çî bikem? biłêm çî! çon bikem çarê?
le kwê bênim le dinyada wekû xom dił birîndarê?
lelay kê kem beyanî ḧał û mezlûmî ẍerîbî xom
le xizmet kê bikem dadê lebom bê «ew» be ẍemxiwarê?
xudawenda ’îlacim her be lutif û řeḧmetî toye
be lutfî to meger peyda bibê bo min sebebkarê
le daxî bêkesîy xom, wa perêşanḧał û damawim
umêd nakem, le pijderda be kes kem ’erz û hawarê
were «mîrzaNasnava edebî» penahîde be qapî ẍewsî beẍda be
duwem kak eḧmedî merḧûm debexşin me’syetbarê