pařanewe le xwa û hana bo ẍews

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  212 Dîtin
îlahî saḧîbî řeḧmî, le eḧwałim xeberdarî
heta key min binałim, bem zelîlî û dił birîndarî
be emir û řeḧmetî toye, xełate pêt ’eta kirdûm
be can û dił xerîdarim eger bimirim be naçarî
emin bo xom le derdî xom esif naxom welî bo xom
denoşim eşkî surxî xom, le curim û me’syetbarî
gunahim bêḧede û curmim le ẍayet derçuwe boye
be hîç new’ê dewa nabê, derûnim derd û azarî
segêkim min penahîdey seganî astanî dost
be umêdim le sayey ew xełasim key be bîmarî
zemanêke giriftarî ẍem û řencûrî û derdim
gelê mesrûr û xoşḧałim be řeḧimit çunke settarî
esef bo mirdinim naxom, dezanim řeḧmî to zore
hezaranî wekû mîrzaNasnava edebî, le sayey ẍews dekey çarî