le pêşwazîy şêx meḧmûdda bo silêmanî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
2 Xulek
489 Dîtin
bîḧemdîlla le nowe mułkî kurdistan çi řizwane
be teşrîfî cenabî ḧezretî ew dû ḧefîdane
beşaret bê cîhan yekser muzeyîn bû be teşrîfî
cenabî zatî şêx meḧmûd leser mîllet ḧukmiřane
şukir dînî mubîn eḧya bû ’alem kewte asayş
nema ’iciz û kedûret, mułk û mîllet emin û amane
le sayey řewzeyî pakî cenabî zatî kak eḧmed
’îraq emřo be feyzî ew seraser wek çiraxane
ela ey munkîranî al û beytî mustefa nabê
ke xofêkî xudatan bê, ḧicabê lem zewatane
sulaley eḧmedî şêx dû ḧefîd bûn bo umûrî dîn
ewanîşyan be kafirda, netanhêşt lem wiłatane
debû hîç kes nemaye, mîlletî îslam le matemda
le paş ew dû ’ereb sware û cenabî ew ḧebîbane
debû xakî hemû ’alem beserda ka silêmanî
nejadî tahrî eḧmed, ẍerîbî ’arebistane
tema’ û cîveyî dinyay denî, ehemyetî çî bê
kewa şêx û mela û sofî xerîkî fî’lî şeytane
nema şorî miḧebbet qewm û xwêşî; key legeł kesda
wefa yekser giriftare û esîrî çahî ken’ane
leber sû’î emel ḧeyfe kesê lem wez’e řû lada
werin êweş ita’et ken, be emrî ew ḧebîbane
demê «’ewnî» ke deynûsî, nema qurban û qurbanî
miqalatî deda, kwêr her be umêd nûrî çawane
ke neyzanî «bîḧemdîlla» xuda ewladî şêrî xoy
telef nakat û nafewtê çiray em ehlî kurdane
bełê, şer’en debêt mu’mîn le asîb û bełada bê
ezel teqsîmî ḧeq waye, îradey ḧeyî subḧane
biray dînî temenna ken le qapî ḧezretî barî
bîḧemdîllahu welmînne nema ew zułim û nisyane
xuda kwêrî deka her kes ’edûy ewladî eḧmed bê
leber buxil û ḧesadet wexte kwêr bê mîr û aẍane
be sû’î zen mełên: mîrzaNasnava edebî be umêdî xeyałêke
ke çunke ew «eba ’in cidْErebî» segî dergahî geylane