cejnêk le koye

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 3 Xulek  297 Dîtin
çîye em şor û ẍewẍaye? le řûy ’alem numayane
le her layê temaşa key, guł û gułdeste efşane
le her kuçe û guzergay, debînî cem’î xas û ’am
ke musteẍnîn le ’uşretda qedeḧ noşin be peymane
debînî deste deste sef be sef pîr û cwan emřo
be ’eyş û noş, meşẍułn, le goşey baẍ û bustane
teḧeyîwir mam, gutim: aya debê emřo çi qewmawe?
ke em wez’îyete çî bê? cîhan yekser çiraxane
meger řojî qyamet řestixîzî kirduwe emřo
çirîkey bulbul û nałe û seday qumrî û murẍane
řeqîbîş her wekû seg dê û deçêt û, hat û çoyetî
debînî, ẍunçeguł pişkûtuwe, bulbul ẍezełxiwane
minî mîḧnetzedey dûrî, swalim kird le řûy te’zîm
ke çî pêm pêkenîn, wityan: çîye em xane wêrane
debê em ẍemzede neyzanbê emřo mewsimî ’îde
sedayî nałe û ney û berbut le řûy gerdûn le dewrane
le řûy eltafewe wityan, ẍerîbî bê newa heste
temaşa ’îde, newroze, le her la cejne seyrane
gutim: yaran zedey zexmî fîraq û te’nî eẍyarim
serim sewdaye, sînem piř le daxî lale řûyane
emin teqsîmî ḧeq, bê qîsmetî kirdûm û me’yûsim
ke dił meḧrûme dû cejne, be umêd cejnî qurbane
eger ḧeq firsetim da, xom bikem qurbanî bałakey
tenafî gerdenim bê tayê lew zułfe perêşane
meken men’im be şeydayî, diłim pêy xoşe em ḧałe
çîye? kałay ’umirim bê, fîday ew çawe kałane
çi ḧacet êste te’rîfî ke şoxêkî hemaraye
dełêm ahûy tatare û wełê kebkî xeramane
be nîme ẍemzeyî çawî deka taracî mułk û dił
hîlalî cûte ebrokey firîbî kufir û îmane
syeh marî serî zułfî weha pêçanî gerdinme
be me’lûmî xełas nabim le des ew cûte marane
be sed luqman û îflatûn ’îlacî derdî min naken
meger lutfî xudayî bê û nîgahî lew dû çawane
telef bû mayeyî ’umirim le pênawî, ke çî êsta
be xende pêm dełê çî buwe? çîye em dad û efẍane?
fîdayî çawî kałî bê, ser û sermaye û sûdim
be qurban lêwî ałî bê, wekû gułẍunçe xendane
le bedbextîme yaxo kes nebû saḧîbî mirwet bê
biłê çîy lê beser hat ew ẍerîbî kuncî xanane
werin beşqî xuda ba yar nebê mucrîm be xwênî min
şehadet ben ke bê dexle, ecel lem weqte mîwane
çi řojêkî ’ezîze ya îlahî ger nesîbim key
biłên: «mîrza ẍefûrNasnava edebî», kuşte û şehîdî tîrî mujgane