tewsîfî teşrîfhênanî melîk bo silêmanî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 3 Xulek  527 Dîtin
beşaret bê bîḧemdîlla, le nowe, cejne seyrane
le sayey ceddî kak eḧmed, cîhan yekser çiraxane
nema dewrî syaset kafiristan meḧwe, yekbare
be tewfîqî xuda ewweł, duwem meḧmûd ḧukmiřane
çiray dîn hełkira, eḧya bû îslam serbeser mîllet
hemû wek xunçe guł, pişkûtuwe, şadan û xendane
le xoşnawa, le zêbara, le kurdî ew berî badîn
le hewraman û guł ’unber, ke ber firmanî cafane
berew xwar takû dewrî xaneqîn û lay cwanřoyî
le kone çekmeřeq yekser, heta xanî derewyane
le nawyanda ře’îs û mîr û aẍa û beg hebûn larî
le mułk û mîlletî xoyan, ke labarîy silûkyane
le řêy îngilîzî kafirda, legeł řom û ’ecem cem bûn
ne dinyayan bedes hêna, ne ’uqba yan le hembane
kesanî talîbî cîve û tema’î małî dunya bûn
xecałet bar û meḧcûbin, le kirdey xoy peşîmane
be şer’î mistefa nabê, kesê baẍîz be eḧmed bê
be hîç dînê řewa nabê, ’edû bê bew ḧefîdane
le silkî kurdewarîda, le mułk û mîlletî îslam
le kwê peyda debê şêrê wekû ew merdî meydane
be eḧkam û ’edalet, zubdeyî ewladî ḧeyder bin?
debê çon tabî’î emrî nebê? ew dû birayane
serim qurbanî fîkir û hîmmetî neslî hemawende
kerîm beg xwî nekird, tabî’, be ew bê çaw û řûyane
le koyeCihş merdî meydan, wek řesûl aẍay kerîm aẍa
be serberzî le erbabî ḧemîyetda numayane
be ḧeq ehlî silêmanîyş wekû bebrî beyan dostan
le pişt paşayî xoyan û le řûy ew sîk û banyane
bełê bêkes nîye em qewme, îmřo şah û serdarî
melîk meḧmûde, saman û ser û canîşî qurbane
piłing asa, ’eşa’îr sefdiřî hêzî ’edû bûn ger;
«segî bazud»ş zyanî xoy ebê çun, qewlî pêşane
nebote tabî’î fîkirî gełî ’eşret, wekû kê bê
cenabî kakesûr, emřo ře’îsî cumle pîrane
be dûřûyî gelê wez’îyetî gořîwe êstake
dełê: «min tab’î şêxim», me’azełła, ke buxtane
be ḧeqqî sûreyî taha û yasîn, ayetî tewrat
diroye, şeytenetkarî deka wek permeson wane
be gwêy xom min le nutqî ew sema’im kirduwe deyut
xeyałî xawe şêx, bitwên meqamî şêrî merdane
çi ḧeddêkî heye kes bête ser ordûy îngilîz
eger kafir bibim deykem, şeřêkî pehlewanane
xecałet bê ewaney fîkirî fasîdyan legeł şêxe
cîhan ta ser nîye bo kes, sîyeh řû bê, ewî wane
eger bêtû hemû yek bin, mełê textî silêmanî
biłê mîrzaNasnava edebî melîk meḧmûd leser textî suleymane