ḧesen gařeş
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
1 Xulek
520 Dîtin
dad le des çerxî denî, řeftarî her kîne û ẍeşe
wez’î dewran dun periste, her xerîkî gerdeşe
kes neka men’im, eger herçî biłêm: ḧeqqim heye
çî legeł çerxî denî kem wa le’îm û řûřeşe
řuştey sebirim ledes çû, taqet û hoşim nema
çunke êsta bo tema’ û çîve, ’alem çaweşe
seyrî ken, êsta le cêy ḧukmatî babekirî selîm
saḧîbî eḧkamî me’mûre ḧesen manga řeşe
saqtî adab û tertîb û medarî ’eqił û xûn
wa debin ba’is be sewday em niza’ û qerqeşe
dîgerê me’mûrî tersîm û meta’ û tûtne
ew îknice nimreyî îsmî řesułe mameşe
zîndegî bo min ḧerame çon qebułî ka diłim
ḧeq be îman řambiwêrê namewê min em beşe
ḧaşa lîlla kes nîye, bo řêy ḧeq û eḧyayî dîn
cumle bo sû’î emel ez yek dîger leşkir keşe
’almê asîme û ḧeyran û matem keş buwe
mîlletî îslam be carê ẍerqî gerdawî heşe
kes nełê «mîrzaNasnava edebî» be naḧeq em qisaney kirduwe
seyrî çerxî dûn perist ken gurg û meř hambaweşe