ḧesen dede

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  358 Dîtin
çî bikem legeł çerxî denî teb’î çewaşe
eẍnamî wecaẍ, ḧesre le ew maker û caşe
fewtawe leber cewrî, hemû mamş û zûdî
emwalî ře’yet hemû menhub û belaşe
me’kuse felek, karî hemû çewt û çewêłe
melkoke; wekû «zabîte»ye ḧukmî le paşe
dewranîye êstake felek, her deme řengê
dênête miqabil legeł awrîşim û qumaşe
kê tab û twanay heye em wez’e qubuł ka
çon layqe em serḧede, bew ḧîze qełaşe