diłbendîy be ẍewsî geylanîyewe
Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
2 Xulek
497 Dîtin
musułmanan, ’îlacim ken, diłim mehcûr û muştaqe
le daxî fîrqetî canan ḧewas û taqetim taqe
řewaqî dîdeyî nûre, le daxî fîrqet û dûrî
le wadîy mîḧneta, wêł û perêşan gerdî afaqe
le bazarî xema; takim, denałênim be şew ta řoj
le destim derçuwe seydî, le wadî eymena taqe
be nîme ẍemzeyî çawî, pisa řuştey qerar û hoş
be zay’ řoywe ’umirim le sewday ew, «kewa taqe»
le gułzarî îrem nakem, temennayî guł û řêḧan
ke bo min kafîye û besme, şemîmî ew ke wa «taq»e
be şêtim tê megen yaran, mełên: bêhûde ’ewdałe
le emir û nehî û ḧukmîdam, le her dû ’alema taqe
le sewday, ger serîşim çê, beşaretme be wełłahî
şehîdî wa; be kes nada, be lutfî xoy kewa «taq»e
temame xom be qurbanî segî dergay «miḧêddîn» kem
ke ew nîsbet be şahêke, le cem’î ewlya, «taq»e
çi bakim ’alemî dunyaye? dił mestî cemałêke
qyamet key be xatir dê, le teswîrî kewa «taq»e
xeyałim nagrê fewtanî mał û ’umrî şîrînim
eger bê to qubûłim ka, be ’ebdî xoy kewa «taq»e
dezanim pêm dełên: «mîrzaNasnava edebî» be pîrî fîkirî gořawe
xuda! bimkey be qurbanî segî ew şahî ’uşşaqe