îro ji nû puř ateşim, dîsa ji řemza dilberê

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 4 Xulek  422 Dîtin
îro ji nû puř ateşim, dîsa ji řemza dilberê
mecrûḧê qewsê puř weşimNusxeyên din: peřweşim, tîr dane nêva cegerê
tîr dan ji qewsê eswede, şehzadeya şîrîn qede
kuştîne wek min dehNusxeyên din: çend sede, wê padşah û beglerê
wê beglerê puř kuştine, enguşt bi xûnê řiştine
ma ehlî dil qet hiştine?! suhtîne mislî mecmerê
lê ez tinêNusxeyên din: min can hemî ser ta qedem, yekser disujim dem bi dem
wesfên di ’işqê ez çi dem? nayên ḧisab û defterê
wesfên evîn û ’işqehê, ḧusin û cemala wê şehê
nayêne şerḧ û medehê, eḧsen ji neqşê beşşerê
eḧsen ji ḧusna dêm duřê, şîrînî û gufit û suřê
sed zahd êxsitin ji řê, wê nazk û leb şekkerê
şekker di nêv lêvane wê, reyḧan li dor sêvane wê
meş’el di nêv şêvane wê, teysê ji řengê fenerê
fener nîye nûra ḧeqe, ḧusin û cemala mutleqe
berqa sipêde û şefeqe, zuhre û şemsa xawerê
zuhre û mah û muşterî, min dîn li dêmê enwerî
zulfa muselsel ’enberî, ser daye ḧewza kewserê
ḧewza ji kewser çeşme tê, ya cih di rewza qudretêNusxeyên din: neqşê ji sun’ê qudretê
herdem ji nûrê ser detê, xemrî û tayên ’er’erê
xemrî di řeş biska ḧerîr, werbûn li dor bedra munîr
burca ku ḧakim lê du mîr, min dîn li textê kişwerê
textê du mîr û begleran, meydanê coqa goy geřan
eslan û cotê mey xweran, mey dan şeraba saẍerêNusxeyên din: min dî di şurba saẍerî
saẍer bi dest serxiweş û mest, weqtê seḧergeh dest bi dest
ẍeflet du begler meyperest, kuştim bi derba xencerê
kuştim bi derba keybiřan, gezme û xedenga awřiran
remz û işarat û suřan, dan dil ji nêva pencerê
dan dil ji ber ḧusna bi nûr, berqa tecellaya sudûr
lew suhtyem wek kûhê tûr, ḧubib û evîna enwerê
ḧubba te ma xweş hiştime, her řoj ji nû ez kuştime
yekser ji xûnê řiştime, tîr û xedengên mecerê
gezmên di şîrîn nazkê, derbên di wê řimbazkê
çûyîne nêv dil gazkê, min dad ji zulma dilberê
dilber çi bêḧed zalme, carek nekit pursê li me
lazim bi ḧalî ’alme, lê puř didîrit ẍederê
lazim bi qetla min divî, hêj ev di dil marê şevî
peykan di cergî da çevî, bend kir bi şewka ’enberê
bend kir kulab û penceyan, dil ma di nêv işkenceyan
min ah ji dest wan ẍenceyan, kok û kubarên dînberê
řemz û suřên şîrîn leban, tîřêj berqên kewkeban
řêza muselsel ’eqreban, geř dan li dora qemerê
min dîn li dor bedra temam, ḧerfên di mektûb dal û lam
wê pîşrewê batin řevam, yeẍma kirim sîmîn berê
sîmîn bera neyşekkerî, ew ḧûrîya nisbet perî
bejna şîrîn dêmê zerî, bû ji gulab û mawerê
bû mawer û şîrîn lebê, wê xûb û nûrîn ẍebẍebê
bedra di burca ’eqrebê, kengê ji ber perdê derê
bedra ji qudret lê du nûn, ew qatla eswed ’uyûn
puř řakirin wê qetil û xûn, ’alem perîhit yeẍmakerê
herdem bi zulmê we disujî, qelbê ji ḧubba tey tejî
lazim dibêm min dê kujî, kes nîne çîtin mehderê
kes nîne ret mehder bikit, bes girtîyan ebter bikit
xemlê ji zêřê zer bikit, şefqet li yekta biderê
şefqê bi dîdarê xwe kit, qesta birîndarê xwe kit
şehîdê řeşmarê xwe kit, ê ser li fitla pîşterê
fetlên syeh marê şevîn, reyḧan bi dor ser wan çevîn
axir bi selwê da řevîn, xef bûn di tayê çenberê
xef bûn di nêv tora qizil, îlan misaln ser li mil
kuştîn û jehir avhite dil, hêj kuştîyên řemza berê
kuştîne em şîrîn lebê, teḧlî keşîn rûz û şebê
ger ez bibînim ew bi xwe bê, nakim ji dil hêj bawerê
ew nazka nisbet gulê, camek ji kewser da melêNasnava edebî
mestim ji ber «qalwaErebî» belê, ḧetta bi řoja meḧşerê