îro m dî weqtê seḧer

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 6 Xulek  545 Dîtin
îro m dî weqtê seḧer
ew dilbera sundus di ber
dîsa di libsê sor û zer
nûrek munezzeh bû beşer
biskên syah xalên di qer
řeş kakulê zulf çûne ser
eswed bû da’im secde ber
min bestî ’eqda nîyetê
ẍeflet bi siř da min nezer
mîran bi qetlê kir ẍeder
tîr dane dil şahê mecer
bê mirwet amanc kir ceger
feryad û efẍan sed keser
wesfan neşêm lê ew qeder
zanim ku řoj bû hate der
subḧan ji şahê qudretê
subḧan ji te şahê celal
hostayê puř qudret li bal
xasa te dayî ev cemal
dêmê ji qudret xet û xal
kifiş bû di qewsê da hilal
vêřa me dî bedra kemal
lê bûn niqab çewgan û dal
wan yek bi mestî daye pal
lê seyîrî bayê şemal
pêçane ser nûra zelal
qet kes dîyn ev řeng misal
mutirb were weqte û mecal
zaza bi nayê řa binal
saqî werîn xemra ḧelal
carek ji ser dêmê vemal
zulfên li dora cebhetê
zulfên mu’enber kakulîn
biskên syah řeng sunbulîn
ta ta bi dav dav fetlîn
çîn çîn bi mestî silsilîn
bayê nesîm têk meyîlîn
wê qeste xala filfilîn
ebleq ji qudret xemmilîn
wê buẍçeyê gul kemmilîn
tê ’endelîb û bulbulîn
řoj hate burca sunbulîn
ẍeflet me dî lew xeccilîn
meḧrûm û mehcûr dil kulîn
mecrûḧê tîrên qizlîn
řeḧmê ke puř sotî dilîn
vê perdeyê carek hilîn
bavê niqaba zulmetê
pursê li mihirdarê xwe ke
li meczûb û ḧaldarê xwe ke
bes qehir û azarê xwe ke
qesta birîndarê xwe ke
şefqê bi dîdarê xwe ke
têk ẍerqê enwarê xwe ke
lê emir û ferwarê xwe ke
şehîdê nûbarê xwe ke
geztîyê řeşmarê xwe ke
le’lê şekerbarê xwe ke
bi lefiz û guftarê xwe ke
dermanê kuldarê xwe ke
lê keşfê esrarê xwe ke
mexmûrê xemmarê xwe ke
ḧeyranê řeftarê xwe ke
kuştîne tîra muḧbetê
wer ser de carek kuştîyan
extermeyên xwe bi yengîyan
berde bi mil da xemrîyan
badit seḧer reyḧanîyan
daẍên şehîd û suhtîyan
danîne lê wan tillîyan
ku ji mu’ciza xummarîyan
rûḧ bête dîsa ser gyan
hêj nabiřim qet hêvîyan
ji wan şefqe û dildarîyan
«balilhErebî» ji nal û zarîyan
zerba firaq û bihrîyan
teşbîhê tûtakên çyan
xew nakirîn şevtarîyan
lê hêj dixiwazîn şukirîyan
çendî ku řû dîn qibletê
çendî dinê bit her hebî
’alem di ber ḧukmê te bî
herçî divê te her webî
libsê te kemxe û xare bî
da’im bi řemz û ’işwe bî
şubhet gula her ẍunçe bî
wê buẍçeyê xar tê nebî
ageh ji ’uşşaqên xwe bî
çeşmek li eḧwalê me bî
der ḧeq melêNasnava edebî bê perde bî
saẍer medam puř bade bî
puř şefqe û xweş me’de bî
bihtir bi řeḧim û şefqe bî
bi şîrê te da perwane bî
mexmûrê çehvên şehle bî
sotîne narê furqetê
derdê ẍedar bêm furqete
furqet ji can puř zeḧmete
’aşiq mirin her sa’ete
ya sehle ’aşiq rûḧ dete
lê dilber ev řeng ’adete
herçî di bendê da kete
ewwel didit pê ulfete
zewq û sefa û suḧbete
gavek ku ew vêřa rete
anca ji nageh ẍeflete
şîrê cefayê lê dete
«alilhErebî» çi wê bê mirwete!
řeḧmê bi ’aşiq nabete
wê qeste can yeẍma kete
ḧetta ku dil qenc jê bete
insaf ji mehřûyan me tê
yar qeste can yeẍma kirit
da mu’cizê peyda kirit
řemzek ji řeng ’îsa kirit
ya siḧrê bûsîna kirit
ji ew le’lê şekkerxa kirit
dîsa şehîdan řakirit
van koleyan aza kirit
carek ẍerîban şa kirit
rastê yedê beyza kirit
miskê di cerḧan dagirt
dê xweş bikit iḧya kirit
şefqê ke ya reb da kirit
řeş kakulan ta ta kirit
sed ḧelqe çîn çîn ba kirit
hemyan li dêm tuẍra kirit
emrê humayûn ser me tê
’aşiq ji wê dê sade bit
xaka řîya yarê xwe bit
sed daẍ di dil wek lale bit
xûnê bixut řeng xunçe bit
wî canifda şubhet me bit
canê ’ezîz neqdane bit
da’im bi se’î û cehde bit
teb’ê ku yar lê, ew we bit
yar jî digel bê perde bit
vêřa bi řeḧim û şefqe bit
wek ẍunçe ’aşiq dil vebit
dil şubhetî ayîne bit
’işq û cemalek zêde bit
xal eswed û dêm qible bit
pêş herdu nûnan secde bit
vêkřa bwêrin suḧbetê
ê goyê meydanê te bit
wek min di zindanê te bit
serbendê çewganê te bit
mecrûḧê peykanê te bit
yeẍma û talanê te bit
her řoj jî qurbanê te bit
bîmarê mujganê te bit
da’im di fermanê te bit
ḧebsî di zindanê te bit
muştaq û ḧeyranê te bit
suhtî ji hicranê te bit
dê mestê fincanê te bit
wî behir di nîşanê te bit
mûçe ji ber xwanê te bit
lê lutif û iḧsanê te bit
her dem bi xûnî ḧezretê
caman bi eẍyaran nedî
xemrê bi xûnxiwaran nedî
werdan bi murdaran nedî
wan řê di gulzaran nedî
reyḧan û gulnaran nedî
bo wan dijen xaran nedî
tu řemz û esraran nedî
koran tu enwaran nedî
azarê mihirdaran nedî
lê destê bedkaran nedî
bi nûnekê yaran nedî
nêv me û xwe estaran nedî
tîran ji nû baran nedî
werdan bi bîmaran nedî
ji ẍeyrî sê caran nedî
řîşin nedîrin taqetê
bes ’aşiqan mehcûr bikî
şubhet melê rencûr bikî
qelbê şikestî hûr bikî
şûna birînan kûr bikî
şem’a me jê puř nûr bikî
bi zehrê xwe me me’mûr bikî
tenha me bê destûr bikî
meḧrem serayê ḧûr bikî
bi wesla xwe da feẍfûr bikî
ji wê badeyê mexmûr bikî
nêv kaseya ferfûr bikî
dalan ji xalan dûr bikî
dêmî ji řeng kafûr bikî
feyzê li dil da fûr bikî
bes ’alemê meqhûr bikî
weqtê seḧergeh ba detê