senema suř ji semed

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 4 Xulek  559 Dîtin
enwera řeng firişte beşera ḧûr sirişt
ya ji miskê xutenê xal û xet û kakul û qişt
ger xwe nîşan seqerê dit dikirit ḧûr bihişt
ke’beya tê nebit ew butkedeye û dêr û kinişt
ku nesîb da ji ezel ḧeq ji me řa ’işq nuşt
feyde nakin li me isim û ne tilsim û ne nivişt
zahrî da me ’ezabek weh ku batin ve bihişt
suhtinê daye hinavan û ceger têk birişt
qesdê weslê me bi can kir ku vedayîn û nehişt
dest nehlîn ji teleb er me di řê çit ser û tişt
pişt nadîn du hezar xencer û tîr û řim û xişt
me serê danîye řê û bi xudê bestîye pişt
ewe min rûḧ û ḧeyat û ewe min qibleyê zat
senema suř ji semed neyşekera leb ji nebat
«ئەەحسەنە alilh, tebarekErebî» ji suřa wê senemê
zerîya dêm duř û leb şekera ’işwe perî
ya ji ser ta bi qedem têk ji ’eybane berî
ji seraperdeyê lahût bi sed şîwegerî
bête ber ’eynî şuhûdê di libasê beşerî
«ḧaş lilh» tu kesan dîbtin ev řenge zerî
daye ber qend û nebatê ji du le’lên şekerî
bê tu ya leb şekerî, ya tu nebata bi teřî?
«alilh alilhErebî» çi tecellaye ji sirra qederî!
ḧacban silsile bestîne li dora qemerî
bê murûwet ku du mîran ji suřê mey di serî
dewrê beytê ji sefa têne semaya seḧerî
nehêln çîne tewafê û zyaret ḧecerî
zemzem û ẍulẍule û ’umre û ’îd û ’erefat
senema suř ji semed neyşekera leb ji nebat
«ئەەحسەنە alilh, tebarekErebî» ji suřa wê senemê
min bi dil sûretê can dî ji butan ew bi tenê
ew tinê seru rewan dî ji zerîfên çemenê
xemrîyan ḧelqe û çîn dane ji miska xetenê
ser didin çeşmeyê ḧeywan û bi zimzim direnê
lê çi şîranîye «alilhErebî» te ji wê kefit û çenê
ez dibêm bedre bi dêm lê diktin gufit û kenê
ya yeqîn řoje li şerqê we şefeq daye dinê
ẍeletim rûḧê qudus hatîye nêv wê bedenê
dikit iḧyayê mewatan bi suř û refit û çunê
te nehin bawer û îman nezerê dê û binê
çi tecellaye bûyî qible melek řû didnê
sûsin û sunbul û gul çerxe li dora semenê
azerî ger bidya hûr dikirin lat û menat
senema suř ji semed neyşekera leb ji nebat
«ئەەحسەنە alilh, tebarekErebî» ji suřa wê senemê
nêrgiza mest û şîrîn û gul û nesrîne ji řeng
şeker û lu’lu’ê mensûr û bi dil ahen û seng
me ji ber zerbê evînê bûye dil pêt û peřeng
lew me şeb ta bi seḧer naleye wek muẍnî û çeng
da me sed řengê ’ezabê û nehat der ji me deng
hestîyan girtîye nasûr û mejî da heye jeng
lew ne hişyar û xumarîn me ne xwarî mey û beng
li me îro du kemandarê ḧebeş hatne ceng
têne qetla me di destan du syeh qewsê ji yeng
diřeşînin me û tên me du hezar tîr û xedeng
cegerê kun dikin û tê dibeyîn mislî tifeng
mislî wê kafir û zalim qe dîyn kes di feřeng?
nazk û xûb û şekerxende û şîrîn ḧerekat
senema suř ji semed neyşekera leb ji nebat
«ئەەحسەنە alilh, tebarekErebî» ji suřa wê senemê
di řîya dostê melaNasnava edebî yek cihet û sade dilîn
me ḧeta can heye ḧaşa ji teleb dest bihlîn
ya di řê ser biderîn ya bi muradê wessilîn
me çi perwayê řimên peřweş û şîrîn qizlîn
ta ebed mest û hilakîn ji şeraba ezelîn
ji cefa û sitema wê ji ceger puř di kulîn
perdeya goşe qeseb bê tu ji ser dêmê hilîn
ku di şerqê meh û xurşîd ji şewqê bettilîn
lew ji suř surme didîrîn û ne muḧtacî kilîn
mest di nêv toř û lefan mar li selwê fittilîn
surmedarîn ji suřê mestê ji qudret kemmilîn
me ji ẍeflet dujha dîn û ji sehmê xeccilîn
’işweger şîwe numaya me ji wê řûḧ û ḧeyat
senema suř ji semed neyşekera leb ji nebat
«ئەەحسەنە alilh, tebarekErebî» ji suřa wê senemê